Li Cizîrê Pevçûn
Li Cizîrê Pevçûn
Li Cizîrê Pevçûn
Li kolanên Navçeya Cizîra Şirnexê maşîneyên zirxî yên polîsan ku li nava kolanan digeriyan ketober bombeyên gazê avêtin kolan û hewşê malan. Bi avêtina bombeyên gazê re li tax û kolanan di navbera welatiyan û polîsan de şer dest pê kir.
Li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê welatî neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin. Li kolanên taxên Nur, Cudi, Sur û Yafesê û gelek taxên din maşîneyên zirxî yên polîsan ketober bombeyên gazê bikar anîn û bombeyên gazê avêtin kolanan.
Bi mudaxameya polisan a bombeyên gazê re ciwan daketin kolanan û bersîv dan polîsan. Bi sedan welatiyên ku piştî mudaxaleya polîsan li kolanan kom bûn, bi kevir û molotofan bersîv dan polîsan. Piştî ciwanan bersîv da polîsan li kolan û taxan şer dijwar bû û her der bû qada şer. Ji ber ku polîsan zêde bombeyên gazê bikar anîn ser taxan bi ewrê sipî hat pêçan. Ciwanên ku li kolana Nisêbînê rê girt û lastîk pêxistin, kolan li trafîkê girt. Molotofkokteyla li maşîneya polîsan ket di nava pêtên agir de ma.
Di mudaxaleyê de der barê girtin û binçavkirinê de tu agahî nehat bidestixtin.