Li Cizîrê pevçûnan heta derengê şevê berdewam kir

Li Cizîrê pevçûnan heta derengê şevê berdewam kir

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ciwanên ku 14'emîn salvegera 15'ê Sibatê Roja Radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Tirkiyeyê şermezar kir, rastî êrîşa polîsan hatin. Şer û pevçûna di navbera ciwan û polîsan de heta derengê şevê berdewam kir.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi sedan ciwan, 14'emîn salvegera 15'ê Sibatê Roja Radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Tirkiyeyê şermezar kirin. Bi sedan ciwanên ku li taxên Cudi û Nurê kom bûn, lastîk pêxistin û rê li trafîkê girtin. Ciwanan di çalakiyê de sloganên "Bijî Serok Apo" qîr kirin û ji vir heta kolanên Yafe, Nusaybin û Hezexê meşiyan. Ciwanan li vir jî agir pêxist û rê li trafîkê girtin.

Piştî ku maşîneyên zirxî û TOMA hatin cihê bûyerê bi ava şit û bombeyên gazê êrîşî ciwanan kir. Ciwanan jî bi kevir û fîşekên hewayî bersîv dan polîsan. Piştî bûyer derketin di navbera polîs û ciwanan de peçûn didome. Pevçûnên di navbera polîs û ciwanan de derketin heta derengê şevê berdewam kir. Polîsan bi ava şit û bombeyên gazê êrîş kirin, ciwanan jî bi molotof, kevir û fîşekên hewayî bersiv dan polîsan û gelek maşîneyên zirxî yên polîsan di nava pêtên agir de man.