Li Cizîrê polîsan êrîşî meşa ciwanan kir
Li Cizîrê polîsan êrîşî meşa ciwanan kir
Li Cizîrê polîsan êrîşî meşa ciwanan kir
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di pêşengiya YDG-H'ê de li hember asîmîlasyon, fihûş û tiryakê û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza perwerdeya zimanê zikmakî meş hat lidarxistin û meş rastî êrîşa polîsan hat.
Li Taxa Nur ya Cizîrê bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Welatparêz û Demokratîk (YDG-H) li hember asîmîlasyon, fihûş û tiryakê û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza perwerdeya zimanê zikmakî meşa meşaleyî hat lidarxistin. Ciwanan li Kolana Botaşê hatin gel hev û pankarta 'Azadiya Ocalan azadiya me ye' vekirin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK û PKK'ê, flamayên YDH'ê hilgirtin û dest bi meşê kirin. Di meşê de bênavber dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo', 'Em perwerdeya ziman dixwazin', 'Bijî berxwedana Rojava' qîrkirin. Welatiyan jî bi çepikan piştgirî dan ciwanan.
Piştî demekî gelek wesayîtên zirxî, polîs hatin kolana Botaşê. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî meşa ciwanan kir û ciwanan jî bi kevir, molotof û bombeyên deng bersiv dan polîsan. Balkêşe polîsan dema bombeyên gazê û mermiyên plastîk diavêtin, ciwan hedef digirtin. Pevçûna navbera ciwan û polîsan bi demjimêran berdewam kir û gaza ku ji aliyê polîsan ve hat avêtin bandoreke neyînî li welatiyan kir. Bûyer heta derengiya şevê berdewam kir.