Li Cizîrê protestoya 9’ê Cotmehê

Li Cizîrê protestoya 9’ê Cotmehê

Li Cizîrê ciwanên ku biboneya protestokirina komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketin kolanan, bi polîsan re pev çûn.

Di demjimêrên sibehê li navçeya Cizîr ya Şirnexê bi sedan ciwanên rûyên wan girtî, derketin ser rêya Botaş ya Taxa Nûr û ber bi Fermandariya Garnîzon ve meşiyan.

Ciwanên ku kevir avêtin Fermandariya Garnîzon, polîsan bi bombeyên gazê êrîş kir û pevçûn hêjan li nava taxan didomin.