Li Cizîrê provokasyona Hîzbûllahiyan

Li Cizîrê provokasyona Hîzbûllahiyan

Komek ji ciwanan a ku duh êvarê xwest biçe serdana konê sersaxiyê yê ji bo xebatkarê Navenda Çandê ya Mem û Zîn Mehmet Karane yê li bajarê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê di encama êrîşeke bombeyî de jiyana xwe ji dest da, rastî êrîşa komeke Hîzbûllahiyan a bi ço û kêran hat.

Komek ji 10 kesan a xwest biçe serdana konê sersaxiyê, li kolana Ozkanê rastî komeke Hîzbûllahiyan hat. Koma Hîzbûllahiyan bi ço û kêran êrîş kir û ciwanê bi navê Alî Gun ji lingê wî birîndar kir û 2 kes jî revand.

Ciwanê birîndar bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê, 2 ciwanên tê îdîakirin hatine revandin, haya kesî jê nîne.

Ji ber êrîşê dikandaran îro danê sibê dikanên xwe venekirin. Balkêşe ku li navçeyê gelek maşînên zirxî yên bi tîpa akrep li dewriyê digerin.