Li Cizîrê serdegirtina malan: 3 jê zarok 8 kes hatin binçavkirin
Li Cizîrê serdegirtina malan: 3 jê zarok 8 kes hatin binçavkirin
Li Cizîrê serdegirtina malan: 3 jê zarok 8 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di serdegirtina malan de 3 jê zarok herî kêm 8 kes hatin binçavkirin.
Yekîneyên polîsan li taxên Nûr, Cûdî û Sûr ên navçeya Cizîrê ya Şirnexê di ser gelek malan de girt. Di serdegirtinan de tîmên taybet û gelek polîsan cih girt. Di serdegirtana malan de Meryem Karaduman (18), Ş.K. (17), E.K. (16), Karanfîl Karaduman (35), H.A. (13), Serhat Tadik (20), Bêrîvan Çayildak (25) û Mehmet Seîd Molo (30) hatin binçavkirin. 8 kesên li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ji kontrola tenduristiyê re derbaz bûn pişt re birin Midûriyeta Polîsan ya Cizîrê. Sedema binçavkirina nehate zanîn.
Hate ragihandin ku, hejmara kesên hatin binçavkirin dibe ku zêde bibi.