Li Cizîrê serdegirtina malan: 5 kes hatin binçavkirin

Li Cizîrê serdegirtina malan: 5 kes hatin binçavkirin

Li Cizîrê polisan û timên taybet bi ser gelek malan de girt û 5 welatî binçav kirin.

Li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîsan û tîmên taybet bi ser gelek malan de girtin. Polîs û tîmên taybet di serdegirtina malan de welatiyên bi navê Kemal Oya (31), Alî Tetik (32), Derya Erkul (32), xebatkarê şaredariyê Nurettin Erkul (32) û Elif Acar (19) binçav kirin. 5 kesên ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn birin Midûriyeta Polîsan a Cizirê.