Li Cizîrê serdegirtina malan: 7 binçavî

Li Cizîrê serdegirtina malan: 7 binçavî

Li Cizîrê polîsan di ser malan de girt û di nav de dixtor û xebatkarên şaredariyê jî heyî 7 kes hatin binçavkirin.

Polîs û tîmên taybet li taxên Nûr, Dagkapi, Sûr û Cûdî yên navçeya Cizîr ya Şirnexê di ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan de 7 kes hatin binçavkirin. 7 welatiyên ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê di bin kontrola tenduristiyê de hatin derbaz kirin, piştre birin Miduriyeta Polîsan ya Cizîrê.

Navê 7 kesên ku sedemê binçavkirina wan nehate zanîn wiha ne: “Dixtorê didana Orhan Şansal, xebatkarê Şaredariya Cizîrê Sabrî Dal, Husnu Ozdemîr, Segvan Oflaz, Beytullah Akil, Hanim Gun û Ludar Îcûz.”