Li Cizîrê serdegirtina malê
Li Cizîrê serdegirtina malê
Li Cizîrê serdegirtina malê
Li Cizîrê bidîaya ku gêrîlayên HPG’ê lê hene polîsan di ser malekê de girt. Remezan Demîr ku hewilda derî ji polîsan re veke, ji ber ku polîsan derî şkand ji milê xwe birîndar bû.
Li Taxa Cûdî ya navçeya Cizîr ya Şirnexê bi îdîaya ku gêrîlayên HPG’ê li malê hene, mal dorpêç kir û di sermalê de girt. Gelek polîsên ku di nav de tîmên tevgera taybet jî heyî, di demjimêrên direng yên şeva din de li ser îxbarê di ser malekê de girtin. Polîsên ku di serdegirtinê de derî û pencereyên malê şikandin û ketin hundir, xwediyê malê Remezan Demîr ku hewilda derî veke, ji ber camên şikandin bi destê wî ket û birîndar bû.
Polîsên ku li malê lêgerîn pêkanîn û li tax jî bi wesayîtên zirxî dorpêç kirîn, piştre Demîrê birîndarbûyî rakirin nexweşxaneyê. Dermankirina Demîr li Nexweşxaneya Dewletê didome.