Li Cizîrê şeva bi çalakî

Li Cizîrê şeva bi çalakî

Li navçeya Şirnex Cizîrê bi boneya salvegera komploya 9’ê Cotmehê, tevahiya şevê çalakî hatin lidarxistin. Ciwanên ku bersiv dane destwerdana polîsan, rê li hatin çûnê girtin û agir dadan.

Li gorî zanyariyên bi dest ketine çalakî li kolana Îdil, Nûsaybin, Kolana Şirnex, li kolana Park a Taxa Yafesê pêk hatin. Çalakvanan bi molotof û keviran bersiv dan destwerdana polîsan a bi maşînên zirxî û TOMA'yan. Polîsan bi şêweyek li ser hev bombeyên gazê û ava şil bikar anîn.

Ji ber molotofên ku hatin avêtin polîsek birîndar bû. Hat ragihandin ku polîsê ji bo dermankirinê hate rakirina nexweşxaneyê rewşa wî başe.

Çalakî ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşgerên Welatparêz ve hate li darxistin. Di dema êrîşa polîsan de ciwanek jî ji destê xwe birîndar bû.