Li Cizîrê xwepêşandanên protestokirina 15’ê Sibatê didomin
Li Cizîrê xwepêşandanên protestokirina 15’ê Sibatê didomin
Li Cizîrê xwepêşandanên protestokirina 15’ê Sibatê didomin
Li navçeya Cizîr ya Şirnexê ciwanên ji bo protesto kirina 15’ê Sibatê daketin qadan, bend danîn û ji bo Ocalan û PKK’ê slogan avêtin. Piştî ku polîsan nekarî tiştekê bbikin bi wesayîtên zirxî û TOMA’yên cendirmeyan êrîşî ciwan akirin û ciwana jî bikevir û molotofan bersiv da.
Dema ku salvegera anîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Tirkiyeyê nêz dibe, li gelek bajar û navçeyan xwepêşandanên protestoyî didomin. Şeva din li navçeya Cizîr ya Şirnexê ciwan daketin qadan, ji bo Ocalan û PKK’ê slogan avêtin û li ser rêya Hezexê rê li trafîkê girtin.
Polîsên ku bi ava şit û bombeyên gazê êrîşî ciwana kir, ciwanan jî bi kevir û molotofan bersiv da, piştî ku polîsan nekarî tiştekê bikin wesayîtên zirxî û TOMA’yê cendirmeyan şandin êrîşî ciwana kirin.
Xwepêşandanên protestoyî heya direngiya şevê dom kir.