Li Colemêrg û Mûşê tevgera leşkerî

Li Colemêrg û Mûşê tevgera leşkerî

HPG'ê da xuyakirin ku li qereqolên navçeya Colemêrg Şemzînanê leşker hatine veguhastin û li bejahiya Mûşê jî yekîneyên veşartî yên artêşa Tirk kemînan datînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê liv û tevgera leşkerî ya artêşa Tirk de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Di 27'ê Tebaxê saet di 10'an de artêşa TC a dagirker leşker veguhastiye qereqolên Katûna û Helena yên li navçeya Colemêrg Şemzînanê. Her weha du panzêrên Tabûra Garê li derdora griê Konserve hatine dîtin. Di navbera 23-28'ê Tebaxê de yekîneyên veşartî yên artêşa TC a dagirker li qadên Kozmê û Sêmalê yên Mûşê kemîn danîne."