Li Colemêrg û Wanê 4 kes hatin girtin

Li Colemêrg û Wanê 4 kes hatin girtin

Ji 12 kesên di serdegirtinên malan ên li Colemêrg û Wanê de hatin binçavkirin, 2 jê zarok 4 kes ji aliyê dadgehan ve hatin girtin.

Polîsên sivîl û tîmên taybet ên ewlekariya Tirk, roja 14'ê Îlonê li Colemêrgê avêtin ser gelek malan û tevî zarokan 11 kes, li Wanê jî kesek kiribûn binçavan. Ji bo wergirtina îfadeya R.A. (17), M.O. (16), Y.O. (15) birin Dozgeriya Komarê ya Colemêrgê. Dozgeriyê piştî wergirtina îfadeyê R.A. serbest berda, lê M.O. û Y.O. bi daxwaza girtinê radestî dadgehê kir. M.O. û Y.O. bi hinceta li dijî qanûna meş û xwepêşandanan derketine û zerar dane malên gelemperiyê ji aliyê dadgehê ve hat girtin û ew li Girtîgeha Girtî ya Colemêrgê bicih kirin. Heyeta dadgehê di biryara xwe de diyar kir ku eger ji bo M.O. û Y.O. kefaleta 10 hezar TL were dayîn, dê bên berdan. 

Di vê navberê de, 9 kesên temenê wan ji 18 salî mezintire jî, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve îfadeyên wan hatin wergirtin. Emrah Bîçer, Deşvan Arslan û Ercan Akiş piştî jêpirsîna li dozgeriyê hatin berdan, Îmdat Ozer, Mesût Tek, Serhat Bor, Mahser Dîdîn, Soner Çelîk Ok û Mazlûm Akgul jî bi daxwaza girtinê radestî dadgehê hatin kirin.

Serhat Bor, Mahser Dîdîm, Soner Çelîk Ok û Mazlûm Akgul ji bo bi rewşeke bêgirtî werin darizandin hatin berdan û Îmdat Ozer û Mesût Tek jî bi îdîaya li dijî qanûna meş û xwepêşandanan derketine û zerar dane malên gelemperiyê ji aliyê dadgehê ve hat girtin û li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê hatin bicihkirin.