Li Colemêrgê banga tevlêbûna dersa kurdî hat kirin
Li Colemêrgê banga tevlêbûna dersa kurdî hat kirin
Li Colemêrgê banga tevlêbûna dersa kurdî hat kirin
Şaxa KURDÎ-DER û Egitim Sena Colemêrgê bi boneya zextên li ser kurdî şermezar bikin û daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî bînin rojevê banga tevlêbûna dersên kurdî kirin.
Şaxên KURDÎ-DER û Egîtîm Senê bi boneya astengiyên li ser zimanê zikmakî rabin û daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî bikin, dê sibê li ber Şaredariya Colemêrgê dersa kurdî bidin.
Têkildarî şahiya sibê Şaxa KURDÎ-DER'ê li avahiya xwe civîn pêk anî. Di civînê de rêveberên KURDÎ DER'ê, Rêveberên Egîtîm Senê û gelek kesên din amade bûn. Hevserokê KURDÎ-DER'ê Vasfi Ak, têkildarî dersê agahî dan û xwest her kes sibê beşdarî perwerdehî û dersa kurdî bibin. Şimşek, anî ziman ku dê sibê saet di 14.00'an de li pêş Şaredariya Colemêrgê 2 saetan dersa kurdî bidin.