Li colemêrgê di navbera polîs û ciwanan de pevçûn derket
Li colemêrgê di navbera polîs û ciwanan de pevçûn derket
Li colemêrgê di navbera polîs û ciwanan de pevçûn derket
Ciwanên li Colemêrgê bi armanca şermezarkirina xerakirina goristana gerîla ya li Çiyayê Bagok kom bûyîn li rastî êrişa polîsan hatin. Pevçûnên ku li ser êrişa polîsan destpê kirin berdewame.
Li Colemêrgê ciwanan bi armanca şermezarkirina xirabkirina goristana gerîla ya li Çiyayê Bagok yê Mardînê a bi navê “Şehîdlika Agit Suruç” ku ji aliyê leşkeran ve hatî xerab kirin, rê li hatin û çûnê girtin. Bi sedan ciwanên ku ruyên wan girtî li taxên Medrese û Biçer hatin li gel hev û dûruşmên ji bo PKK’ê avêtin.
Maşînên zirxî yên polîsan ku hatin taxê û xastin bikevin nav taxê bi bombeyên gazê êrişî ciwanan kirin. Ciwanan bi keviran bersiv da êrişa polîsan.
Ji ber sedema zêde avêtina bombeyên gazê yên polîsa gelê li vir jî jê bandor bûn û pevçûn di navbera ciwan û polîsan de berdewame.