Li Colemêrgê di navbera polîs û ciwanan de şer derket

Li Colemêrgê di navbera polîs û ciwanan de şer derket

Li Colemêrgê ciwanên ku bertek nîşanî "Pakêta Demokratbûnê" dan, rastî mudaxaleya polîsan hatin. Bi mudaxaleyê re di navbera polîsan û ciwanan de pevçûn derket.

Li Colemêrgê komek ciwanên endamên YDG-H'ê li Taxa Pehlîvanê derket ser kolanan bertekên xwe nîşanî "Pakêta demokratbûnê" ya ku Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan aşkere kiribû dan. Koma ciwanan li ser rê berbestî danî û li dijî hikûmetê dirûşm berz kir. Ciwanan wesayîtên li ser rê rawestandin û lêgerîn pêk anîn. Ciwanên rê li trafîkê girtin, di lêgerînê de wesayîtek aîdî çavûşê pispor rûxandin. Piştre polîsan ji bo ku mûdaxaleyên ciwanan bikin gelek wesayîtên zirxî sewqî taxê kirin. Polîsan bi ava şid, bombê gazê û guleyên plastîk mûdaxaleyên ciwanan kirin. Ciwanên bi rûpoş jî bi kevir û molotofkokteylan bersiv dan polîsan. Pevçûnê hata derengiya şevê berdewam kir.