Li Colemêrgê ji bo bîranîna Aydin Erdem turmuvaya Futbolê
Li Colemêrgê ji bo bîranîna Aydin Erdem turmuvaya Futbolê
Li Colemêrgê ji bo bîranîna Aydin Erdem turmuvaya Futbolê
Komeleya xwendekaran a Şaxa Colemêrgê (CODER), li Colemêrgê bi minasebeta bîranîna Aydin Erdem ê ku bi guleya polîsan hetibû qetilkirin, turnuvaya futbolê pêk anî.
Endamên Komeleya Xwendekarên Colemêrgê (CODER), ya ji aliyê xwendekarên zanîngiha Colemêrgê ve hatiye avakirin, ji bo bîranîna Aydin Erdam ê di 6'ê Kanûna 2009'an de li Amedê bi guleya polîsan hatibû qetilkirin turnuvaya futbolê pêk anî. Di xalî sehayê de pêşbirgê despê kir. Di pêşbirgê de 32 tîman cihê xwe girtin. 1.Aydin Erdem kevneşopiya biratiya turnuvaya futbolê dê heşt rojan bi maçên futbolê bidome.
Endamê CODER Fuat Yaman têkildarî pêşbirgê anî ziman ku armanca wan bi hêzkirina biratiyê ye û hem jî ji bo xwedî derketina li bîranîna hevalê xwe yê hatî qetilkirin. Yaman wiha got: "Em weke xwendekarên CODER armanca me ewe ku em hemû xwendekarên ku zanîngehê di xwînin di bi çatiyekê de kom bikin. Komeleya me Komeleyekî şoreşgerî û welatperweriye. Li gelek zanîngihan hevalên me ji aliyê komên faşîstan ve hatin qetilkirin. Em dixwazîn li bîranîna wan hevalên xwe derkevin. Ev ji bo me karê yekeme. Dê ev bibe despêkek ji bo şihadeta hevalê me Aydin Erdem her sal di 6'ê Kanunê de ev turnuva dê bidome. Ev û etkînligên wekî vê ji aliyê me ve dê bidomin. Yek jî armancên me jî em bi gel re bên gel hev em bibin alîkar ji pirsgirêkên wan re, ji bo em bibin piştevanî ji pêvajoyê re."
Maça trunuvayê ya fînalê dê di roja Înê di saet 15.00'an de bê lîstin.