Li Colemêrgê ji bo ziman kampanya
Li Colemêrgê ji bo ziman kampanya
Li Colemêrgê ji bo ziman kampanya
Li Colemêrgê ji aliyê KURDÎ-DER, Egîtîm-Sen'ê ji bo perwerdehiya zimanê dayikê û rakirina 'Sonda me' ku her serê sibê li dibistanan tê xwendin, kampanya hat destpêkirin.
Kampanyaya îmzeyan ku li Colêmêrgê di pêşengiya KURDÎ-DER, Egîtîm-Sen'ê hatiye destpêkirin rastî eleqeyeke mezin tê. Serokê KURDÎ-DER'a Colemêrgê Vasfî Ak der barê kampanyayê wiha axivî: "Ji bo zextên li hember zimanê me rabin û sirûda bêbext ku her serê sibê li dibistanan tê xwendin rabin me kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Me li hember asîmîlasyonê û ji bo rakirina 'Sonda me' têkoşînek da destpêkirin. Em li bendê ne ku hemû kes piştgiriyê bidin kampanyayê. Ji bo kurdî bibe zimanê fermî û asîmîlasyon bi dawî bibe em ê heta dawiyê têbikoşin."
Serokê Egîtîm-Sen'a Colemêrgê Yusuf Demîr anî ziman ku dê xebatên xwe yên ji bo zimanê dayikê bidomînin û wiha got: "Ji bo di serî de bi kurdî û zimanên din perwerdehî bê dayîn ji aliyê navenda me ya giştî kampanya hatiye destpêkirin. Me jî di vê çarçoveyê de standa îmzeyan vekir. Em ê îmzeyên ku hatine berhevkirin bi girseyî teslîmî Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî bikin. Em bang li gelê xwe dikin ku me tenê nehêlin û piştgiriyê bidin kampanyayê."
Hevserokê HDP'a Colemêrgê Rahmî Temel der barê kampanyayê wiha got: "Me hemû derfetên xwe seferber kir. Em ê li zimanê xwe xwedî derkevin." Hevseroka BDP'a Colemêrgê Esmer Tekîn anî ziman ku piştgiriyê didin kampanyayê. Dê kampanya heta roja duşemê bidome.