Li Colemêrgê liv û tevgera leşkerî

Li Colemêrgê liv û tevgera leşkerî

Hat zanîn ku 70 maşînên zirxî yên leşkerî ji Wanê çûn Colemêrgê. Maşînên leşkerî derbasî Fermandariya Tugaya Komando û Çiya ya Colemêrgê bûn. 

Li gorî agahiyan, duh bi şev 70 maşînên leşkerî û zirxî ku alavên leşkerî bar kiribûn, ji Wanê derbasî Colemêrgê bûn.

Konvoya maşînên leşkerî ku alav û amûrên leşkerî bar kiribûn, derbasî Fermandariya Tugaya Komando û Çiya ya Colemêrgê bûn.

Li kolanên ku konvoya leşkerî derbas bû polîsan tedbîrên mezin girtin.