Li Colemêrgê liv û tevgera leşkerî

Li Colemêrgê liv û tevgera leşkerî

Hat zanîn ku, 70 maşîneyên zirxî yên leşkerî ji Wanê çûn Colemêrgê. Maşîneyên leşkerî derbasî Fermandariya Tugaya Komando û Çiya ya Colemêrgê bûn.

Şevê din êvarî 70 maşîneyen leşkerî û zirxî ku malzemeyên leşkerî bar kiribûn ji Wanê derbasî Colemêrgê bûn. Karwana maşîneyên leşkerî ku alav û amûrên leşkerî bar kiribûn, derbasî Fermandariya Tugaya Komando û Çiya ya Colemêrgê bûn. Li kolanên ku karwana leşkerî derbas bû polîsan tedbîrên mezin girtin.