Li Colemêrgê polîsan êrîşî çalakiya protestokirina paketa AKP’ê kir

Li Colemêrgê polîsan êrîşî çalakiya protestokirina paketa AKP’ê kir

Colemêrgiyan “paketa demokratîk” ya ji aliyê Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan ve hate aşkera kirin, protesto kirin. Koma ku paket protesto kirin, rastî êrîşa polîsan hatin.

“Paketa demokratîk” y aji aliyê Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan ve hate aşkera kirin, çi daxwazên Kurdan têde cih negirtin. Li Colemêrgê ciwanên YDG-H’ê paket protesto kirin. Ciwanên ku li taxên Daggol û Pehlîvanê biarmanca bertekan nîşanî paketê bidin bend danîn û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê silogan avêtin.

Polîsên ku biwesayîtên zirxî hatin taxê, bi bombeyên gazê êrîşî girseyê kirin. Polîsan guleyên plastîk bikaranîn, ciwanan jî bikevir, molotof û guleyên hewayî bersiv dan. Di encama bûyeran de cama wesayîtek ya polîsan şikest.

Li taxa Berçelan û Kiranê jî vê carê ciwanan li ser rêya taxan bend danîn û agir pêxistin. Bûyerên ku bi êrîşa polîsan destpê kir, demekê dom kir.