Li Colemêrgê polîsan êrîşî ciwanan kir

Li Colemêrgê polîsan êrîşî ciwanan kir

Li Colemêrgê komek ciwanên ku helwesta hikûmeta AKP'ê ya gavan navêje şermezar kir, rastî mudaxeleya polîsan hat. Pevçûna di navbera ciwan û polîsan de heta derengiya şevê berdewam kir.

Li Colemêrgê komek ciwanên ku taxên Medrese û Bîçekê kom bûn, bi boneya balê bikşîne ser pêvajoya çareseriya demokratîk ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û helwesta hikûmeta AKP'ê ya li dijî vê pêvajoyê çalakî pêk anîn. Ciwanên ku li kolanên taxa Medrese û Biçer kom bûn, li ser rê bend danîn û ji bo PKK'ê silogan qîr kirin.

Ciwanan piştî demekê çalakî pêk anîn polîs bi wesayîtên zirxî hatin taxê û bi bombeyên gazê êrîş kirin. Ciwanan jî bi keviran bersiv da polîsan. Pevçûna di navbera polîs û ciwanan de heta derengê şevê dom kir. Pevçûna ku piştre li taxên Kiran, Berçelan û Pehlivanê belav bû bi siloganên "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.