Li çoltera Nisêbînê kemîn

Li çoltera Nisêbînê kemîn

Artêşa Tirk li çoltera navçeya Mêrdîn Nisêbînê, kemîn danî pêşiya gerîlayên HPG'ê.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, êvara 5'ê Cotmehê, 7 wesayîtên tê de leşker hebûn ji navçeya Nisêbînê çû qadeke navbera gundên Talatê û Xerbê. Hat hînbûn ku leşkeran heta derengiya şevê kemîn danîne û roja 6'ê Cotmehê xwe ji herêmê vekişandine.