Li Danîmarkayê doza 9 Kurdan roja 19’ê Îlonê pêk tê
Li Danîmarkayê doza 9 Kurdan roja 19’ê Îlonê pêk tê
Li Danîmarkayê doza 9 Kurdan roja 19’ê Îlonê pêk tê
Doza 9 Kurdên par li Danîmarkayê hatibûn girtin, wê di 19'ê Îlonê de pêk were.
8 Kurdên ku di 18’ê Îlona 2012’an de hatin girtin, li gel Kurdekî li Elmanyayê hat girtin û piştre radestî Danîmarkayê hat kirin, wê di rojên pêş de derkevin pêş dadgehê. Li gorî daxuyaniya Navenda Çanda Kurdî ya Danîmarka doz wê roja 19’ê Îlonê saet di 09.30’an de pêk were.
Navendê bang li hemû Kurd û dostên wan ên li vî welatî dijîn kir ku di roja pêkhatina dozê de beşdarî çalakiya li Radhuspladsenê bibin.