Li Darmstadt’ê meşa ji bo Rojava
Li Darmstadt’ê meşa ji bo Rojava
Li Darmstadt’ê meşa ji bo Rojava
Komkujiyên çeteyên El Nusra yên li Rojavayê Kurdistanê bi piştgiriya Tirkiyê dike, li bajarê Elmanya Darmstadtê bi meşekê hatin şermezarkirin.
Di meşa ku ji aliyê Komeleya Enformasyona Kurdistanê ya li Darmstadtê, DIDIF û AGIT'ê ve hat organîzekirin de bi sedan Kurdistanî û dostên wan aamade bûn û komkujî û êrîşên li dijî gelên li Rojavayê Kurdistanê hatin şermezarkirin.
Meşê saet di 16'an de destpê kir û piştî saetekeê li qada Luisenplatzê veguherî mîtîngê. Di çalakiyê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PYD’ê hatin hilgirtin. Di meş û mîtîngê de ciwanan tşortên YPG’ê li xwe kirin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze kom kirin.
Di axaftinên li qada mîtîngê de hat destnîşankirin ku divê komkujiyên li Rojava rû didin êdî were dîtin û piştgiriya ji bo şoreşa Rojava bê xurtkirin. Her weha piştgiriya dewleta Tirk a ji bo komên çete û siyaseta durû ya DYE û YE hatin şermezarkirin. Meş û mîtîng bi dirûşman bi dawî bûn.