Li der dora Til Koçer şerên dijwar
Li der dora Til Koçer şerên dijwar
Li der dora Til Koçer şerên dijwar
Hat ragihandin, li der dora bajarokê Til Koçer di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Dewleta Îslam Iraq û Bilad El Şam/Eniya El Nusra de ji saet 12 nîvro ve şerên dijwar rûdidin û şer hêj didome. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku bi dehan kuştî birîndarên komên çeteyan hene.
Li gorî agahiyên ji herêmên hatin bidestxistin, saet ji 12 nîvro ve şerên dijwar di navbera YPG’ê û komên çete yên El Nusra li Sarîç, Mişrêfa, Sididiyê şerên dijwar rû didin. Çavkaniyên herêmê jî didin diyar kirin bi dehan kuştî û bîrîndarên komên çeteyan hene. Lê der barê kuştî û bîrîndaran agahiyên zelal nehatine bi destxistin. Hate zanîn şer hêj bi hemû dijwariya xwe didome.
Berî niha YPG di operasyona binavê “Şehîd Çekjîn Efrîn” de gundên Mişrêfa, Sarinc û Sididiyê ji destê komên çeteyan rizgar kiribû.