Li Dêra Axtamar a dîrokî ayîna çaremîn

Li Dêra Axtamar a dîrokî ayîna çaremîn

Li Girava Axtamar a Gola Wanê, li Dêra Axtamar a dîrokî ya Ermeniyan, ayîna çaremîn destpê kir. Salê bi tenê carekê destûra ayînê tê dayîn.

Li ayînê, ji derveyî welat 800 mêvanên Ermenî amade ne.

Yên ji bo ayînê hatine, li Îskeleya Axtamarê destpêkê di kontroleke berfireh de tên derbaskirin, dûre li keştiyan tên siwarkirin ku biçin giravê.

Tevî hemû nerazîbûnan jî, li paleke Îskeleyê aleke mezin a Tirk hatiye daliqandin.

Mêvanên hatin giravaê, beriya ayînê li girav û pêşengeha wêneyan a Wan û Axtamarê nîşan didin, geriyan.

Ji ber ku dêra dîrokî biçûk e, destûr ji kêm mêvanan re tê dayîn ku ayînê bişopînin û ji bo yên li derve mane jî kon hatiye vedan.

Ayîn ji aliyê Cîgirê Giştî yê Patrîk ê Partîkraxneya Ermeniyan a li Tirkiyê Sermetran Aram Ateşyan ve tê rêvebirin. Li gel find û berdûyan, oldarên beşdarî ayînê bûn beyt û dûa kirin.

Li merasîmê atmosfereke hestewar derkete holê.

Piştî ayînê, nan û ava hat pîrozkirin, li beşdarên ayînê hatin belavkirin.

Di vê navberêde, Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya ku ji aliyê Walîtiya Wanê ya ayîn organîzekiriye ve nehat vexwendin, li gel hunermend Kadîr Înanir ê hatiye serdana bajêr, çû Giravê û tevlî ayînê bûn.