Li Derbendînxanê ji bo zarokên Rojava kampanyaya alîkariyê

Li Derbendînxanê ji bo zarokên Rojava kampanyaya alîkariyê

Li navçeya Derbendînxan a Silêamniyê, komek kesayetên serbixwe ji bo koçberên ji Rojavayê Kurdistanê û bi taybet zarokan dest bi kampanyaya alîkariyê kirin.

Kampanyaya berhevkirina alîkariyê dê 27’ê çileyê (îro) dest pê bike û heta roja înê berdewam bike.

Di daxuyaniya ji aliyê komê ve hate dayin de hate xwestin k herî zêde girîngiyê bidin ser alîkariya ji bo şîrê zarokan, xûrek, û cil û berg.