Li Derbendîxanê semînera bi mijara Rojhilata Navîn û Rojava
Li Derbendîxanê semînera bi mijara Rojhilata Navîn û Rojava
Li Derbendîxanê semînera bi mijara Rojhilata Navîn û Rojava
Li Derbendîxanê têkildarî rewşa dawî ya Rojava, Kantona Kobanê û Rojhilata Navîn semînerek hat dayîn. Di semînerê de ku Hesen Cûdî axivî, got: “Modela Rojava yekane rêya azadî û rizgariya Rojhilata Navîn e.”
Duh li Çayxaneya Kulturî ya bajarê Derbendîxan ê Başûrê Kurdistanê ji aliyê Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) ve semînera bi mijara Rojhilata navîn û Rojava hat li darxistin. Di semînerê de zêdetirî 400 kesî weke ciwan, doktor, mamosta, rewşenbîr û gelek kesên din amade bûn.
Semîner ji aliyê berdevkê PÇDK’ê Hesen Cûdî ve hat birêvebirin. Cûdî di axaftinên xwe de bal kişand ser rewşa niha ya li Rojava û bi taybet Kantona Kobanê, êrîşên çeteyan û wiha dewam kir: “Wek tê zanîn îro li Rojava û bi taybet li Kobanê şerên dijwar rû didin. Li vir berxwedaneke bêhempa tê meşandin. Ji ber modela Rojava yekane rêya azadî û rizgariya Rojhilata Navîn e, dewletên emperyalîst û bi teybet Tirkiye vê hezim nakin û bi hemû hêza xwe dibin navê DAIŞ de êrîş diken ser van destkeftî û nirxên pîroz ên gelê Kurd.”
Cûdî diyar kir bêdengiya hêzên navneteweyî û yên herêmî li hemberî êrîşên li ser Koban û Rojava nayên qebûl kirin û wiha dewam kir: “Gelê Kurd îro di pêvajoyekî pir hesas re derbas dibe. Li Rojava û Kobanê li hemberî destkeftiyên gelê Kurd û nirxên wan ên pîroz êrîşên hovane ên çeteyên DAIŞ hene. Li hemberî van êrîşan bêdengiya navneteweyî û bi teybet herêmî aliyên Kurd a heyî wê neyê qebûlkirin.”
‘BI ZELALÎ LI PIŞT ÊRÎŞAN TIRKIYE HEYE’
Cudî diyar kir di demên dawî de hîn bi zelaltir derket holê li pişt van êrîşan di serî de Tirkiye û welatên rojavayî hene û wiha axivî: “Bi zelalî derket holê ku erîşên li Rojava de DAIŞ ne bi tenê ye. Planên dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê yên dagirkirina herêmê û wir kirina herêma tampon pir bi zelalî derket holê. Ji her cihê dinyayê çete tên şandina Rojava. Alîkarî tên dayîn. Lê heya niha hemû derdor li hemberî vê bêdengin. Bi taybet di êrîşên vê dema dawî yên li hemberî Kobanê de derket holê ku ti planeke dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tine ye.”
Di semînerê de hat diyarkirin ku di roja îro de pêkhatina Kongreya Neteweyî ji hemû demê pewîstir e û semîner bi pirs û bersivan bi dawî bû.