Li Dêrika Çiyayê Mazî çalakiya 'Pêncşema Reş'

Li Dêrika Çiyayê Mazî çalakiya 'Pêncşema Reş'

Di çalakiya "Pêncşema Reş" a bi armanca şermezarkirina girtina siyasetmedarên kurd li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê hat lidarxistin de hat xwestin ku tevayî girtî bên berdan. 

Her hefte roja Pêncşemê bi armanca şermezarkirina girtina siyasetmedar û hilbijartiyên kurd ên di çarçoveya operasyonên li dijî "KCK"ê de hatin girtin, çalakî tên lidarxistin. Li ser vî esasî çalakî vê hefteyê li navçeya Dêrik a Mêrdînê pêk hat. Di çalakiya ku li ber Avahiya Xizmetê ya Şaredariya Derikê hat lidarxistin de Wekîlê Şaredarê Dêrikê Dogan Ozbahçecî, rêveberên navçeyê yên BDP'ê, endamên Meclîsa Şaredariyê û yên Meclîsa Giştî, endamên Belediye-Îş û Tum Bel-Sen jî amade bûn. Di çalakiyê de ligel wêneyê Şaredara Dêrikê Çaglar Demîrel, pankarta "Vîna me azadiya me ye, rûmeta me egera jiyana me ye" hatin higirtin. Endamê Sendîkaya Belediye-Îş Murat Arslan di daxuyaniya bi kurdî de got ku di bingeha tevayî cejnan de daxwazên "hêvî" û "azadî" yê hene.

Arslan di dewama axaftina xwe de ev xal nîşan kirin,"Modernîteya kapîtalîst, li gor berjewendiyên xwe gelên Rojhilata Navîn berdidin hevdu. Dîsa di kontrola wan de hêzên qaşo li ser navê Îslamê têdikoşin bi hovîtî êrîşî gelê me yê Rojava dikin û qetlîaman dikin. Gelê Rojava jî bi qehremanî li ber xwe dide. Bi vê wesîleyê di serî de gelê kurd em bang li mislimanên li dinyayê û Rojhilata Navîn dikin da ku li hember wan êrîşan hişyar bin û banga piştgiriya bi gelê Rojava re li wan dikin." 

Piştî daxuyaniyê 5 deqiqeyan çalakiya rûniştinê pêk hat. Ligel wê çalakiyên "Pêncşema Reş" ên li Amed û Riha ji ber cejnê vê hefteyê pêk nehatin.