Li Dêrika Çiyayê Mazî û Şemrexê DAIŞ hat şermezarkirin
Li Dêrika Çiyayê Mazî û Şemrexê DAIŞ hat şermezarkirin
Li Dêrika Çiyayê Mazî û Şemrexê DAIŞ hat şermezarkirin
Êrîşên çeteyên DAIŞ ên li dijî Kantona Kobanê li navçeyên Dêrika Çiyayê Mazî û Şemrexê bi girseyî hatin şermezarkirin.
DÊRIKA ÇIYAYÊ MAZÎ
Li Dêrika Çiyayê Mazî di pêşengiya DBP’ê de ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ û destekkirina berxwedana Kobanê bi tevlîbûna bi hezaran kesî meşek hat lidarxistin. Bi hezaran kesên ku di nav wan de rêveberên DBP, HDP’ê, endamên MEYA-DAR û Meclîsa Dayikên Aştiyê jî ku hebûn li ber avahiya DBP’ê ya navçeyê hatin gel hev û ber bi Qada Cumhuriyetê ve meşiyan.
Di meşa ku bi dirûşmayan li Qada Cumhuriyetê bi dawî bû, rêveberê DBP’ê Mahmut Mercan daxuyanî da. Mercan got: “Gelê Rojava di nav bêderfetiyan û ambargoyê de şerekî rûmetê yê mezin pêş dixe” û wiha dewam kir: “Vê berxwedanê rûmeta mirovan ji bin piyan rizgar kiriye.”
ŞEMREX
Li navçeya Şemrex a Mêrdînê jî bi pêşengiya rêxistina Bajêr a DBP’ê meşek hat lidarxistin. Girseya ku li ber avahiya DBP’ê hat gel hev û di nav wan de Hevşaredara Şemrexê Necla Yİldirim, xebatkarên Navenda Çandê ya Mehmet Uzun, aktîvîstên DOKH’ê jî hebûn, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, û alên PKK û KCK’ê hilgirtin bi dirûşmayên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana YPG/YPJ”, “Her cih berxwedan, her cih Kobanê” heta Qada Cumhuriyetê meşiyan.
Li Qada Cumhuriyetê girseyê deqeyek rêz girt û Mehmet Şik Serokê Şemrexê ya DBP’ê berxwedana Kobanê silav kir û wiha got: “Hêzên emperyalîst ên navneteweyî û hikûmeta AKP’ê ya hevkar piştgiriyê dide DAIŞ’ê û li hemberî gelê me dide êrîşkirin. Em jî wek gelê Bakurê Kurdistanê dibêjin ku Mêrdîn û Amed ji bo me çibe Kobanê jî ev qas bi qîmet e.”
Piştî daxuyaniyê ku meş bi dawî bû, hat ragihandin ku wê gelê Şemrexê sibe saet 10.00 ji ber avahiya navçeyê ber bi Pîrsûs ve bi rê bikeve.