Li Dêrika Hemko şevbêrka helbestan

Li Dêrika Hemko şevbêrka helbestan

Li Dêrikê li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle şevbêrka helbestan bi beşdariya bi sedan kesî hate lidarxistin. Di şevbêrkê de gelek helbestvan beşdar bûn.

Li Dêrikê li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê, ciwanên Partiya Demokrata Pêşvero ya Rojavayê Kurdistanê şevbêrka helbestan amade kir, di şevbêrka helbestan de bi sedan kes beşdar bûn. Şevbêrk bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre helbestvanên bi navê Newaf Seyîd, Xebat Îsmaîl Seydo, Lorî Tildarî, zarokê bi navê Mawş Hisên û Narîn Umer helbestên xwe yên li ser berxwedana gelê Kurd pêşkêş kirin.

Li Navenda Çanda û Hunerê ya Dîcleyê gelek şevbêrk, semîner û çalakiyên cûda tên li darxistin.