Li Dêrika Hemko xwarina demborî hate desteserkirin
Li Dêrika Hemko xwarina demborî hate desteserkirin
Li Dêrika Hemko xwarina demborî hate desteserkirin
Li Dêrika Hemko Komîteya Tenduristiyê bi alîkariya hêzên asayişê goştê demborî destsr kir û piştre telef kir.
Li bajarê Dêrika Hemko Komîteya Tenduristiyê xwarina demborî , ya ji aliyê hin bazirganên ku ji Başûrê Kurdistanê tiştan tînin Rojavayê Kurdistanê desteser kir. Komîteya tenduristiyê bi alîkariya hêzên asayişê goştê girtî, makarna û xwarinên din desteser kir û tune kir.
Derbarê mijarê de endamê komîteya tenduristiyê Lezgîn Remî diyar kir ku hin kesê ku armanca wan feyda madî ya madeyên xwarinê û derman borî ji Başûrê Kurdistanê tînin û bi buhane erzan difroşin welatiyan. Her wiha Remî dazanîn ku ewan dest bi kampanya çavdêriya madeyên xwarinê û dermanên ku derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe kirine.
Endamê asayişê Sêfeldîn Elî ji da zanîn ku kesên ku madeyên demborî bi wan re hate girtin, piştî lêpirsînê erê kirin ku madeyên demborî derbasî xaka Rojavayê Kurdistanê kirine. Her wiha Elî diyar kir ku ew ê bi hemû hêza xwe hewil bidin ku bazarê ji madeyên demborî paqij bikin.