Li Dêrikê 9’ê cotmehê hate şermezarkirin

Li Dêrikê 9’ê cotmehê hate şermezarkirin

Tevgera Ciwanên Şorşger û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger li Dêrikê bi armanca şermezarkirina komplaya navnetewî ya 9’ê cotmehê civînek lidarxist.

Civîn bi beşdariya dehan kesî li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endama Desteya Rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger Seyid Dêrik axivî û diyar kir ku komploya 9’ê Cotmehê di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de li dijî hemû gelê kurd pêk hatiye.

Dêrik destnîşan kir ku komplogeran hîn dawî li komploya xwe ne anîne û ambargo û êrîşên li dijî Rojeva yek ji xelekên komploya ku hîn li dijî îradeya gelê kurd didomin e. Dêrik derberî ku koplo bi berxwedana bêhempa ya Ocalan û xwedîderketine gelê kurd hatiye valaderxistin.

Civîn bi diruşme û tilîliyan bidawî bû.