Li Dêrikê çalakiya Pêncşema Reş
Li Dêrikê çalakiya Pêncşema Reş
Li Dêrikê çalakiya Pêncşema Reş
Ji bo siyasetmedarên Kurd serbest bên berdan li navçeya Dêrika Mêrdînê çalakiya Pêncşema Reş hat li darxistin.
Ji bo siyasetmedarên Kurd serbest bên berdan her hefte çalakiyên Pêncşema Reş tên lidarxistin û vê hefteyê jî berdewam kirin. Di çalakiya Pêncşema Reş ya li Dêrikê posterê şaredara Dêrikê ya girtî Çaglar Demîrel hat vekirin û pankarta "Vîna me rûmeta me ye, rûmeta me sedema jiyana me ye" hat vekirin. Di çalakiyê de dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" hat qîr kirin.
Wekîlê şaredarê Dêrikê Dogan Ozbahçecî axivî û wiha got: "Berxwedana ku di pêşengiya YPG'ê de li Rojava tê meşandin dê teqez bi serkeftinê encam bibe. Şerê ku li Rojava didome, şerekî di navbera YPG'ê û çeteyan de nîne. Ev şer di cewherê xwe de, li hember vîn, înkar, tunebûn û bêstatûbûna kurdan e. Statû û serkeftina ku li Rojava bê bi destxistin, dê bandorê li ser perçeyên din jî bike. Ji ber vê yekê, divê hemû Kurd, sazî û partî piştgiriyê bidin şoreşa Rojava, ev ji bo hemû kurdan peywir û berpirsyarî ye."
Piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.