Li Dêrikê ciwan kolanan paqij dikin

Li Dêrikê ciwan kolanan paqij dikin

Ciwanan li bajarê Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê ku sala par ji destê rejîma Baas a Sûriyeyê hate rizgarkirin, dest bi paqijkirina kolanan kirin.

Li Rojavayê Kurdistanê Kurdan bi raperînên li Sûriyeyê dest pê kirin re, di tîrmeha 2012 de rêveberiya gelek bajar û navçeyên Rojavayê Kurdistanê xistin destê xwe.

Kurd li Rojavayê Kurdistanê li gel gelên din xwe bi rêxistin dikin û di her warî de bingehê rêveberiyeke xweser amade dikin.

Li her derê komîn, konsey û komîte hatine avakirin û dest bi xizmetan kirine. Di vê çarçoveyê de ciwanan li bajarê Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê ku sala par ji destê rejîma Baas a Sûriyeyê hate rizgarkirin, dest bi paqijkirina kolanan kirin.