Li Dêrikê merasima perwerdehiya hêzên asayîşê

Li Dêrikê merasima perwerdehiya hêzên asayîşê

Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ji bo aramî û parastina li hemberî hewldanên êrîşkar, xebatên xwe dewam dike. Li Akademiya Hêzên Asayîşê ya li bajarê Dêrikê ji bo endamên ku perwerdeya xwe bi dawî kirin, merasimek hat lidarxistin.

Merasim li gundê Şîrka bi tevlîbûna endamên Desteya Bilind a Kurd, Aldar Xelîl û rêveberê Partiya Demokratîk a Pêşverûya Kurd Omer Cafer pêk hat.
Piştî belavkirina dîplomayan li endamên akademiya Asayîşê, endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl axivî û wiha got:
"Di vê her kes zanibe ku hêzên asayîşa Rojavayê Kurdistanê ne girêdayî ti partiyên siyasî ne. Ev hêz di bin banê Desteya Bilind a Kurd de hemû gelên herêmê diparêzin."
Rêveberrê Partiya Demokratîk a Pêşverû Omer Cafer jî anî ziman ku temamkirina perwerdeya hêzên asayîşê gaveke girîng e û berxwedana şervanên YPG'ê ya li dijî komên çete silav kir.