Li Dêrikê nûnerên olî li hev civiyan

Li Dêrikê nûnerên olî li hev civiyan

Dêra Yekîtiya Xiristiyanî li bajarê Dêrikê, civîna bi navê "ji bo avakirina welat, hevdîtina hezkirinê" li dar xist û têkiliyên biratî yên pêkhateyên herêmê nirxandin.

Li ser vexwendina Dêra Yekîtiya Xiristiyanî li bajarê Dêrikê, civîna bi navê "ji bo avakirina welat, hevdîtina hezkirinê" hate lidarxistin. Civîn li Seyrangeha Azar, bi beşdariya nûnerên rêxistinên Xiristiyanan, Meclisa Gelê Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) hate lidarxistin.

Piştî deqîqeyek rêzgirtinê, semyanê Dêra Incîlê ya Yekîtiya Xiristiyanî Neîm Yûsiv axifî û diyar kir ku, hîmê sereke yê jiyana hevbeş, hezkirin û aşitî ye.

Di civînê de her wiha nûnerên Partiya Yekîtiya Suryanî, Rêxistina Asûrî ya Demokrat, Desteya Bilind a Xiristiyanan, MGRK û ENKS jî peyam xwendin, di peyaman de bal hate kişandin ser girîngiya parastina jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêmê de.