Li Dêrikê polîsan guleyên rast bi kar anîn

Li Dêrikê polîsan guleyên rast bi kar anîn

Girseya ku li Kerboranê qetilkirina 2 welatiyan duh li Geverê ji aliyê polîsan ve protesto kirin, polîsan êrişî girsê kir. Dî êrişê de polîsan guleyên rast bi kar anîn û boyerên ku piştî êrişa polîsan derketin berdewam dikin.

Ciwanên ku li Taxa Micirsafa a Navçeya Kerborana Mêrdînê daketin qadan xwestin qetilkirina Mehmet Reşît Îşbilir û Veysel Îşbilir yên ku duh li Geverê ji aliyê polîsan ve hatin qetil kirin protesto bikin. Ciwanên ku daketin qadan û dest bi meşê kirin, dema ku komkujî protesto kirin de demek şûnde li rastî êrişa polîsan hatin. Di êrişê de li ser bersivdana ciwanan a bi keviran pevçûn derketin.

Hat dîtin ku di dema pevçûnan de polîsan guleyên rast jî bi kar anîn. Pevçûn li ser êrişa polîsan a bi bombeyên gazê û ava şit, belavî nava taxan bû û dewam dike.