Li Dêrsim û Elkê kemînên leşkerî

Li Dêrsim û Elkê kemînên leşkerî

Keşf û kemînên artêşa Tirk ên li hemberî gerîlayên HPG'ê dewam dikin. Hat hînbûn li bejahiya navçeya Dêrsim Nazimiyê balafirên keşfê difirin û leşker kemînan datînin. Hat ragihandin ku bi heman rengî li navçeya Şirnex Elkê jî tevî cerdevanên artêşa Tirk kemîn tên datînin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, li derdora Hakîç  û Dereova yên Nazmiyeya Dêrsimê, balafirên keşfê difirin. Hat ragihaindin ku ev çend rojin li heman herêmê kemîn tên danîn. 

Wekî din hat hînbûn ku li bejahiya navçeya Şirnex Elkê jî leşker û cerdevanên artêşa Tirk ji 24'ê Tebaxê û vir ve li derdora gundên Kemanê, Bemanê û Komatê û qada Sîneklî kemînan datînin.

Di vê navberê de hat ragihandin ku roja 25'ê Tebaxê ji navçeya Colemêrg Şemzînanê ji qereqola Bêzelê zêdeyî 100 leşker derketine quntarên Çarçela û heman rojê piştî nîvro vekişiyane.