Li Dêrsimê artêşa Tirk bi cil û bergên gêrîla li herêmê digere

Li Dêrsimê artêşa Tirk bi cil û bergên gêrîla li herêmê digere

Artêşa Tirk  Museka û Girana navçeya Şemzînan a Colemêrgê liv û tevger zêde kir. Her wiha operasyonek berfireh jî pêk anî.

Hêzên Parastina Gel (HPG) diyar kir ku balefirên bêmirov (İHA) li ser herêmên Gare û Zapê gelek digerin.HPG’ê diyar kir ku li Dêrsimê leşkerên Tirk cil û bergên gêrîla li xwe dikin û li herêmê digerin û got: “ Di 12-13’ê Îlonê de artêşa dagirker a TC’ê li herêmên Colemêrgê, Museka û Girana yên girêdayî Şemzînanê liv û tevgera xwe zêde kirine û car caran jî operasyonên derdor  pêk tînin. Her wiha du rojan li ser hev li vê herêmê faliyetê kemînê  jî zêde bûne. Li van qerekolan heya bigehe Esendereyê tevgerekî wana berfireh heye.

Di 13’ê Îlonê de jî balefirên bê mirov yên girêdayî artêşa dagirker a TC’ê li ser Herêmên Parastina Medya keşfekî zêde pêk anîn. Bi taybet jî keşifên ku di saettên serê sibê de zêde bûn hîna jî berdewame.

Li navçeya Çemişgezek ya Xozata Dêrsimê yêkineyekî kontra ya artêşa dagirkera TC’ê cil û bergên me yên gêrîla li xwe kirine û li herêmê digerin.”