Li Dêrsimê ciwan bi polîsan re pevçûn

Li Dêrsimê ciwan bi polîsan re pevçûn

Li Dêrsimê bûyerên piştî şerê biçêk yê li bîraxaneyê rû da didomin.  Ciwan bi slogana “Dêrsim xwedî li rûmeta xwe derbikeve” bi polîsan re pêvçûn.

Li Dêrsimê di demjimêrên şevê de li bîrexaneyekê nîqaşek çêbû û demek kurt nîqaş vegerî şerê çekdarî û kesekê binavê Sînan Amaç birîndar bû. Piştî bûyer hate bihîstin, gelek kesên li Qada Cûmhûriyetê kombûn, bertek nîşanî bûyerê dan û sloganên “Em li Dêrsimê bîrexaneyê naxwazin” û “Dêrsim rûmete, xwedî li rûmeta xwe derbikeve” qîr kirin û dest bi meşê kirin.

Ciwana bi gotina em bîraxaneyan û li ‘Dêrsimê cemaetê naxwazin’ marketa BÎM’ê dan ber keviran.

Dema ku polîsan êrîşî ciwanan kir, bi guleyên hewayî û bombeyên deng bersiva polîsan dan.

Divê demê de karkerên TEDAŞ’ê ên di çalakiyê de bi mebesta piştgiriya çalakiyê elektrîka bajêr qut kir.