Li Dêrsimê endamê MKP’ê jiyana xwe ji dest da

Li Dêrsimê endamê MKP’ê jiyana xwe ji dest da

Li bejahiya Pilûr a Dêrsimê Tugay Akdemîr ê MKP’yî di encama qezaya çekê de jiyana xwe ji dest da.

Li bejahiya Pilûr a Dêrsimê endamê Artêşa Rizgariya Gel (HKO) a girêdayî Partiya Komunîst a Maoîst (MKP) Tugay Akdemîr jiyana xwe ji dest da. Akdemîr ê li Hozat a Dêrsimê ji dayik bûye, di encama qezaya çekê de jiyana xwe ji dest da.