Li Dêrsimê êrîşa li dijî bîraxaneyan
Li Dêrsimê êrîşa li dijî bîraxaneyan
Li Dêrsimê êrîşa li dijî bîraxaneyan
Li Dêrsimê endamên YDG-H li li dijî polîtîkayên dejenerasyon û asîmîlasyonê, molotof avêtin bîraxaneyan.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H) li Dêrsimê li dijî polîtîkayên dejenerasyonê li Bazara Binerdê hatin gel hev. Ciwanên ku li vir bisloganên “Em li Dêrsimê bîraxaneyan naxwazîn”, “Em li Dêrsimê cemaetê naxwazîn” û “Bijî serok Apo” qîrkirin û ber bi kolana bîraxane lê heyî meşiyan. Ciwanan di dema meşê de molotof avêtin bîraxaneyan. Piştî ku ciwanan molotof avêtin bîraxaneyan û agir pêketin, dîsan bisloganan ber bi cadeya marketa BÎM lê heyî meşiyan, lê polîsan li vir bi ava şid êrîş kir.
Li rexmî êrîşa polîsan, ciwan ketin kolana marketa BÎM lê û molotof avêtin marketê jî. Di çalakiyên pêkanî de di bîraxaneyekê de kêmek agir derket, BÎM jî bigiştî şewitî.
Hate hînbûn ku, di çalakiyên pêkhatî de birîndar û binçavî çênebûn.