Li Dêrsimê sîxurtî tê ferz kirin
Li Dêrsimê sîxurtî tê ferz kirin
Li Dêrsimê sîxurtî tê ferz kirin
BDP’a Dêrsimê da diyarkirin ku, li Dêrsimê polîs sîxurtiyê ferz dikin û ev sîstematîk berdewam dike. BDP’ê aşkera kir ku, polîsên Tirk di mehekê de sîxurtî li 5 kesan ferz kiriye.
BDP’a Dêrsimê, li avahiya partiyê têkildarî polîtîkayên sîxurtî û pêkûtiyên Şaxa Tekoşîna li Dijî Terorê ya Midûriyeta Polîsan a Dêrsimê ya li ser ciwan û endamên BDP’ê civînek ya çapemeniyê li darxistin.
Hevserokê BDP’a Bajar Ergîn Dogrû got, di meha Îlonê de polîsan “sîxurtî” li 5 kesan ferz kiriye.
Dogrû destnîşan kir ku, çalakiyên ji aliyê BDP’ê ve têne kirin, ji aliyê Midûriyeta Polîsan ya Dêrsimê û Şaxa Tekoşîna li Dijî Terorê ve têne krîmînalîze kirin û got: “Ji endamên partiyê ên bihincetên keyfî tînin emniyetê pirsên weke ‘ev çalakî ji aliyê kê ve têne organîzekirin, çima tên kirin’ tên pirsîn û sîxurtiyên li ser ferz dikin.”
Dogrû balkişande ser ku, bitaybet ciwanan hedef digirin û anî ziman ku, “Di mehekê de ji 5 hevalên me re gotine ‘bi me re bibin alîkar, em jî dê alîkariyê bidin we, em dê hemû pêwîstiyên we pêşwazî bikin’ teklîfa sîxurtiyê kirine. Em dê bi rêyên demokratîk û hiqûqî li dijî van polîtîkayan tekoşîn bidin berdewam kirin. Em dê stoyê xwe li hemberî pêkûtiyên Emniyeta Dêrsimê û Şaxa Tekoşîna li Dijî Terorê netewînîn.”
Huseyîn Yamaç jî da zanîn ku, di hilbijartinên giştî ên sala 2011’an de jî, li navçeya Nazîmiye gelek caran xebatên BDP’ê ên hilbijartinê rastî pêkanînên keyfî ên emniyetê hatine, ji ber van pêkûtiyan wî Nazîmiye terikandiye. Got lê belê hêjan pêkûtî didomin.
Dema ku di sala 2012’an de ji bo derbarê lêpirsîna vebûyî de li Serdozgeriya Komarê ya Nazîmiyeyê îfade bide gefa “benê polîsan di destê min de ye, çi dizanî bêje, eger ez bihêlim dê êrîşî te bikin” lêxwaribû û got, pêkûtî didomin.
Parêzer Reyhan Hêlin Bûlûtê jî anî ziman ku, ew dê derbarê saziyên mijara gotinê de giliyê sûc bikin.