Li Dêrsimê YDG-H’î li dijî asîmîlasyonê meşiyan

Li Dêrsimê YDG-H’î li dijî asîmîlasyonê meşiyan

Li Dêrsimê endamên  YDG-H’ê li him ber hewildanên dewletê yên asîmîlasyonê û polîtîkayên xirab kirin û qirêjî ên li ser Dêrsimê bi diruşmeya “ Dêrsim li him ber asîmîlasyon û qirêjiyê li ber xwe bi de” meşekî meşaleyî lidarxistin.

Endamên Tevger Ciwanên Welatparêzên Şoreşgerên Dêrsimê (YDG-H) bi armaca şermezar kirina  hewildanên dewletê yên asîmîlasyonê û polîtîkayên xirakirin û qirêjiyê yên   li ser Dêrsimê bi diruşmeya “ Dêrsim li himber asîmîlasyon û qirêjiyê li ber xwe bi de” li rêya Hunerê ya li Parka Seyît Riza meşekî meşalelî lidarxistin. Di çalekiyê de endamên BDP’a bajêr ji amadebûn. Di meşê de pankarta “ Ne bendeva Mûnzûr, dê aştî bi herike” vekirin. Di meşê de li erbaneyê dan. Bi diruşmeyên “Em li Dêrsimê qereqolan naxwazin”, “ Em li Dêrsimê bîraxaneyan naxwazîn”, “Bîjî Serok Apo”, “Ciwan fedaiyên Apo ne” hatin avêtin. Li Dêrsimê koşanên ku bîraxane lêne Ciwanan hatinê û 5 deqeyan çalakiya rûniştinê lidarxistin.

Piştî çalakiya rûniştinê li qada Seyît Riza li ser navê YPG-H Temer Solgun daxuyanî  da û da diyar kirin ku polîtîkayên dewletê yên asîmîlasyon û qirêjiyê li Dêrsimê li ser ciwanan bi şeklek mezin dewam dike. Temer  destnîşan kir ku ew bi xwe vê polîtîkayê hîs dike û got: “Bi teybet Cemaeta  ku dibin siha piyê sistemê de şêvînên ku li Dêrsimê vekirîne ciwan kirine armanca xwe da ku bikin dibin bandûra xwe de.”

 Temer, balkişand li ser polîtîkayê asimîleson û qirêjiyê yên li ser Dêrsimê jî û got: “ Armanca wan ewe ku civakê bi tevahî ji cewherê wê vale ke û bike rewşekî êdî xwe nasneki de. Lê belê bila ji bîrnekin ku coxrafiya Dêrsimê rênade vêyeke

Çalekî bi merşê û  sloganan bi dawî bû.