Li Deryaspî trajediya penaberan: 54 mirî

Li Deryaspî trajediya penaberan: 54 mirî

Ji 55 penaberên qaçax ên ku bi keştiyekê ji Lîbyayê bi rê ket, 54 kes ji ber germahiya zêde û tîbûnê jiyana xwe ji dest dan.

Ji vê trajediyê kesek tenê rizgar bû. Piştî ku tiştên hatine serê wan ji Komîseriya Bilind a NY’yê ya ji bo Penaberan (UNHCR) re got, agahiyên berfireh ên der barê bûyerê de aşkere bûn. Kesê ku duh li peravên Deryaspî yên Tûnisê hate rizgarkirin, diyar kir ku piraniya wan xelkê Erître û Somaliyê 54 kesên di keştiyê de bûn ji tîbûn û germahiyê mirin.

Hat diyarkirin ku ev penaber di meha hezîranê de ketine deryayê û ev bi rojan e di deryayê de ne. Van rêwiyan dixwestin biçin Îtalyayê. Hat ragihandin ku di keştiyê de ava vexwarinê tune bûn, gelek kes ava bi xwê ya deryayê vexwarin, ji ber wê hemûyan ji tîbûn û germahiyê jiyana xwe ji dest dan.

Nunerê Komîseriya NY’yê T. Alexander Aleinikoff, bûyerê weke “trajediyek tam” bi nav kir û bang li kaptanên keştiyên li ser Deryaspî kir ku alîkarî bidin penaberan.

Ji destpêka salê ve 1300 penaber ji Lîbyayê gihiştin Îtalyayê, 170 kes ji beriya bigihin jiyana xwe ji dest dane.