Li Dibistana Seretayî ya Bêrîvan perwerde didome

Li Dibistana Seretayî ya Bêrîvan perwerde didome

Li Dibistana Seretayî ya Bêrîvan a li navçeya Cizîrê ya Şirnexê mora wê jê hate kirin perwerdeya Kurdî bi coşeke mezin berdewam dike.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê mora Dibistana Seretayî ya Bêrîvan jê hate kirin û perwerdeya Kurdî berdewam dike. Xwendekarên her serê sibê bi malbatên xwe re tên dibistanê û piştre rêya polan digirin. Malbatên xwendekaran jî li ber dibistanê li benda wan disekinin.

Hemû xwendekar bi kêfxweşî û baldar tevlî dersan dibin û mamoste jî bi hendazeyane dersan didin.