Li Dihê operasyon

Li Dihê operasyon

Artêşa Tirk roja 14'ê Îlonê, li bejahiya gundên Şuxe û Şuze yên navçeya Sêrt Dihê, bi balafirên bê mirov, helîkopterên bi tîpa kobra û skorsky derket operasyonê. Operasyon êvara heman rojê bi bi awayekî bê encam bi dawî bû. Roja 15'ê Îlonê jî li ser Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê bi balafirên bê mirov keşif hat kirin.

Navenda Ragihandinê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku artêşa Tirk roja 14'ê Îlonê saet di 13:00 de li bejahiya gundên Şuxe û Şuze yên ser bi navçeya Sêrt Dihê, bi balafirên bê mirov, helîkopterên bi tîpa Skorsky û Kobra derketiye operasyonê. Hat ragihandin ku operasyona cerdevan jî tê de amade bûn, heman êvarê bi vekişînê bi dawî bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da zanîn ku balafirên bê mirov ên artêşa Tirk roja 15'ê Îlonê saet di navbera 02:00 û 07:00 de li qada Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê keşif kirine.

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku roja 14'ê Îlonê saet di 10:00 de li derdora Gundê Gul Seît û derdora Morsê ya ser bi Dambatê, pastarên Îranê derketine operasyonê. Hat ragihandin ku ji ber pastaran hewl dane ber bi qadên gerîla ve bimeşin şerekî demkurt derketiye û di encama pevçûna saetekê de hêza operasyonê neçar maye xwe vekişîne.