Li Dihokê Newroza dîrokî

Li Dihokê Newroza dîrokî

Li qontarên çiyayê Garê di dîrokê de yekem Newroza bi heybet hate li darxistin.  Di pîrozbahiyê de gêrîlayên HPG’ê jî di nav de bi hezaran kes tevlîbûn.

Pîrozbahiya Newroza Dihokê ji aliyê PÇDK û RJAK'ê ve hatibû organîze kirin. Pîrozbahî bi peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Newroza Amedê de hat xwendin de destpêkir. Dema ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocaln hat xwendin ji aliyê girseyê ve bi dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo' hat pêşwazî kirin. Piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Hevseroka PÇDK'ê Diyar Xerîb axaftineke kir.

Di axaftinê de Xelîl diyar kir ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wan fermaneke û wiha got: "Di peyamê de Rêberê Gelê Kurd banga yekitiyê li gelê Kurd dike dê em jî ev peyama Rêberê Gelê Kurd bînin cih û çi têkeve ser milê me dê em ê bikin. Tevlîbûna Newroza 2013'an ji tevlibûna salên çûyî zêdetir bû ev jî dide xuyakirin ku ev girseyên ku tevli pirozbahiyên Newrozê bûne ji bo peyama Rêberê Gelê Kurd bûne bersiv."

Piştî axaftina Xelîl li ser navê KNK'ê, endamê KNK'ê Kamuran Berwarî axivî û diyar kir ku, dê êdî gelê Kurd neyê xapandin û wiha pêde çû: "Di peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de çekdanîn derbas nabe, ji bo ku aştiyeke pêk bê çaresseriyên demokratîk û rawesstandina dengê çekan derbas dibe. Ez bang li hemû partiyên kurdan û hêzên çekdar dikim ku, di her mijarê de bibin wekhev û yekitiya xwe xurt bikin."

Berwarî herî dawî wiha got: "Pêvajo ji bo kurdan pêvajoya wekhevî û yekitiyê ye." Her wiha di pîrozbahiyê de peyamên Hemwelatî Azad û Yeksan, TEVDA û Partiyê Çepgir a li Rojava hat xwendin. Piştî xwendina peyaman hunermend Dengbêj Celo, Eyup Kakayî, Beyar, Ehmed Îke, Koma Penaber, Zozan û Kawa bi stranên xwe gel coşandin.